مــــــــــــلتقى نــــــــساء الـــــــــــــــــــــعالم



 
الرئيسيةملتقىمكتبة الصورس .و .جبحـثالتسجيلدخول

شاطر | 
 

 Ziman şîfra nasnama kesayetiyê ye

استعرض الموضوع السابق استعرض الموضوع التالي اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
luqman mihemed
عضو نشيط
عضو نشيط


الجنس : ذكر الابراج : الاسد الأبراج الصينية : القرد
عدد المساهمات : 30
مستوا تقدم العضو : 5424
السٌّمعَة : 0
تاريخ الميلاد : 05/08/1968
تاريخ التسجيل : 12/06/2010
العمر : 49

مُساهمةموضوع: Ziman şîfra nasnama kesayetiyê ye   الأحد يناير 09, 2011 2:02 pm

Ziman şîfra nasnama kesayetiyê ye
Zimanê zikmakî şîrê dayikê ye.
Lêkolîn û lêgerînên zanestî ku li ser ”girînga mêjandina xwezayî” hatine çêkirin, bandoriya sihrî ya mêjandinê li ser tendurustiya zarok û dayikê,dane îsbatkirin. Her weha tevayî çand, ol û ramanan li hevkirin ku baştirîn û çêtitirîn rê bo gihandina zarokan, mêjandina şîrê dayikê ye. Ji ber di şîrê dayikê de tiştên bingehîn yên girîng bo gihadina zarok heye. Ev jî dihêle ku zarok ji alî bedenî û laşî ve bi tendurust bighe. Şîrê dayikê hêza parastina bedenî li cem zarokan bi pêşdixe, li hember nexweşiyan bi hêztir dike, mejî dighîne û hişmendiyê bi pêşdixe. Ev jî dibe bingeha afirandina kesayeteke serkeftî û baştirîn di xwendina akademîk de. Çawa ku mêjandina xwezayî xwedî bandorekî sihri ye li ser tendurustiya zarok û dayikê, her weha perwerde bi zimanê zikmakî jî xwedî heman bandora sihriye li ser pêşketina ramanî û vînî ye yê kes û zimane. Ji ber ziman çavkaniya taybete ji her çandê re û şîfra genetîke ji nasnama civatî û netewî re. Lewre jî perwerdekirina zarokan bi zimanê zikmakî, bi xwe re pergala parastina nasnama netewî yê kes bi hêztir dike û kesayetek di raman de aram û bi hêz, di seykolojî de tendurust û di xwendinê de jî serkeftî dighîne. Perwerde bi zimanê zikmakî, ne tenê ziman ji helandinê, kes ji pişavtinê û tunebûnê diparêze, her weha ziman bi pêş dixe û bi hêztir dike. Lewra pêşketinên zanestî û şarestanî di şopîne û pê re di meşe.
Ne xwe pêwendiya di nav bera ziman û mirov çi ye?
Ziman aceteke ku mirov pê zindiyan û rasteqîniyan bi nav dike li gerdûnê , sirrê wan û pêwendiya di nav berê wan de fêm dike. Ne tenê bi nav û fêm dike , her weha ji bo mirov bikaribe wata wan bîne ziman û bide fêm kirin jî hewcedarî bi ziman heye. Ev ziman bi bêjeyan ( bi dev, an jî bi nivîsandin), an jî bi beden û an jî bi van şêwezan tevan dide xuyakirin. Ev tev bi hevre jî dibin çanda wê civakê,ev jî civakan ji hevdû cûda û cihê dike û her dem bi pêşdikeve. Lewra jî zimanê zikmakî di cewherê xwe de şîfra nasnama kesayetî dihewîne. Ew kiye,ji kijan civakê ye û nûnertiya kijan çandê dike?. Yanê ziman di nav tîp û bêjan de duh, îro û paşeroja civakê,dîrok û bîranînên bav û kalan, hêviyê ciwanan , xewn û xeyalê zarokan di hundir xwe de vedişêre,dihewîne û diparêze. Ji ber vê yekê çiqas civak û netew û kes zimanê xwe yê zikmakî bi parêzin, wê ewqas ew bi tekûz bi pêşbikevin.
Ji ber mirov xwedî zimane mirov difikire jî.
Ji ber mirov difikre hewcedarî bi ziman heye. Çiqas ramanê mirov bi pêşbikeve,wê ewqas zimanê mirov jî bi pêşbikeve. Her kesek zimanê civak û netew ku jê ye, amade dibîne. Piştî zayinê zimanê ku mirov fêr dibe ,di heman demê de mirov fêrî bîrê civatî û dîrokî û çandî yê civak û netewê xwe dibe. Yanê mirov ne tenê fêrî ziman dibe,her weha mirov xwe dinase,ew kiye, nasnama wî yê civatî dîrokî û çandî çi ye?. Yanê felsefa jiyana gelê xwe di nase. Bi vî awayi jî mirov ji nasnama civakê ber bi avakirina kesayetiyê bi pêşdikeve,ev jî rê li ber pêşketina kes vedike û zanebûnê ku girtiye bide derdora xwe. Bê ziman wê pêwendiyê mirov bi sînor be, her weha jî zanestî û nirxên mirovatiyê ku ziman di hundir xwe de dihewîne ,wê bandora wan jî bi sînor bi mînin. Lewra; her bêjeyek xwedî wateyekê û ziman jî hilberîna ramana mirovatiyê ye.
Pêwendiyek xurt heye di nav bera ziman û xewnan de.
Zimanê mirov, ew zimanê ku mirov pê xewnan dibîne ye. Dîtina xewnan bi vî zimanî tê wateya avakirina xeyalan li ser bingeha vî zimanî ye. Xeyal jî kilîta jiyanê ye. Mirov bi zimanê xwe çavên xwe li jiyanê vedike,wê dinase û bi pêşdikeve,lê ji nişkêva dibîne ku axaftin û pêşketina bi vî zimanî tê astengkirin û qedexekirin,wê demê wê çi bibe?.Zarok, nû ketiye şeş-heft saliya xwe de, nû bi zimanê xwe dest bi dan û standina xwe yê hundrîn kiriye. Ew zimanê ku fêrî bû ye piştî çavên xwe ji jiyanê re vekiriye û her tişt û kes û rasteqînî pê naskiriye,dest bi avakirina xeyalên xwe û xewnên xwe kirî, gavên hilberîna raman jî bi vî zimanî dest pêkirî. Bi vî awayi jî hişmendiya xwe bi pêşdixe, hestên wî diherikin û ramanên xwe yên taybet û kesayetiya xwe avadike. Ji vê re, zimanê kes yê hundrîn tê gotin.
Mirov bi zimanê hundrîn derdorê xwe dike perçek ji cîhana xwe yê taybet. Her ku ev bi pêşket mirov wate yê dide rastiya derdorê xwe. Mirov xwe û cîhana li dora xwe fêmdike, watedar dike û xwe perçek ji gerdûna mezin dibîne. Ne xwe mirov zindiyên civatî ne. Kesên pispor û zanyar dibêjin ku heft saliya mirov yê dest pê kê ,pêvajoya herî girînge di jiyana mirov de,lewra salên pêvajoya avakirin û damezrandina kesayetiya mirov e.
Demê ku zext li kesekî heft salî bê kirin ku derdorê xwe bi zimanekî din,zimanekî nû,zimanê fermî nas bike û fêm bike ,wê ev zext, zimanê wî kesî yê hundrîn tune bike.Dan û standina wî yê hundrîn bikuje û her tiştî bi xwe re kavil bike. Yanê her tiştê ku kes avakiriye ,xeyala nasnama xwe û cîhana ku di hundir xwe de ava kiri ye,hildiweşe. Li ser vê kavilbûnê jî dest bi jiyaneke nû bike. Ev weke ku mirov avahîkê hilweşîne û li ser wê jî avahiyek nû avabike ,wê ev çiqas gengaz û li gorî rastiyê be?.
Mirov berî ku biçe dibîstanê, tenê di riya zimanê zikmakî re dikare jiyan û cîhanê binase û pêwendiya di navbera wan de fêm bike. Ev tiştên ku fêrbû ye jî ,wê bibin bingeh ji tiştên ku wê li dibîstanê fêr bibe. Lê ji nişkêva ev têkilî tê birîn û mirov dest bi perwerda bi zimanekî nû ku ti tiştî jê ne nase, dike. Ev bandoriyek mezin li ser kesayetiya zarok dike û pêşketina wî asteng dike.
Şagirtê ku bi zimanê xwe perwerde bibîne,wê serkeftî be.
Zarokên ku perwerdê bi zimanekî din dibînin,tê wateya ku sal û xewnên wan yên zaroktiyê hatiye dizîn û ev jî bandoriyek neyênî li ser hişmendiya wan dike û di hêle ew bi paş bikevin. Û zimanê nuh jî wê jê re bibe weke kabûsekê. Ev dibe ku bandoriya xwe li ser seran serî jiyan kesan bike û bibe bingeha bê dadtiyê di nava zarokên ku bi zimanê xwe perwerde dibînin û yên ne bi zimanê xwe perwerde dibînin. Bê guman ev jî dibe sedema reaksionên siyasî di demên pêş de. Zimanê zikmakî bingeha pêşketina ramanî û hişmendiyê ye,ev jî di dema ku zarok berî dest bi perwerdê bike,lewra perwerda bi zimanekî din”zimanê fermî” ,divê ku li ser bingeha berdewama zimanê zikmakî be, ne înkarkirin û tunekirina wê be. Ev siyaseta pişavtinê jî,wê bibe sedema nakokiyên kesanî û civakî.
Zimanê fermî mirov çiqas baş jî fêr bibe,lê deriyê sirên vî zimanî û cîhana çanda wî ji mirov re na yên vekirin. Nexasim demê ku mirov fêrî zimanê fermî dibe,lê di nava çanda xwe de jiyan dibe. Ji ber dewlemendiya ziman ji dewlemendiya çandê tê.
Lê demê ku perwerde bi herdu zimanan be,wê bi xwe re dewlemendiyek bêje û zimanî bi afrîne.Yanê bê qutbûn û hilweşandina xewn û xeyalên zaroktiyê. Zarokê ku bi zimanê xwe perwerde dibîne bi hêsanî fêrî zimanê din dibe. Zimanê wî dibe bingeh ji fêrbûna zimanê fermî re. Ev jî bi xwe re avakirina kesayetiyek serkeftî tîne. Lewra jî qedexebûna zimanê zikmakî û perwerdekirina bi zimanê fermî,bi xwe re kuştina paqijiya xewnên zaroktiyê tîne. Ev jî dibe bingeha ne wekheviyê û bê dadtiya civatî û dibe sedema serhildana li dijî pergala wê dewletê. Lewra dewlet bi pişavtinê mafên mirov yên bingehîn bin pê dike.
Mafên bingehîn,ew mafên ku ji mirov û nasname û hebûna mirov nayên cûda kirin e.
Perwerda bi pir zimanî bi xwe re ji mirov re deriyê pir çandî vedike, fêmkirin û hişmendiyê bi pêşdixe. Dihêle mirov têbighêje ku mirovatî dikare di nava pir çandî de(çi olî dibe û çi netewî dibe) bi hev re jiyan bibe. Ev têgihêştin jî, bi xwe bingeha demokrasiyê û havêna pergala demokrasiyê ye. Yanê pir zimanî û pir çandî tiştek xwezayi ye û bandoriyên erênî li hev dikin. Li welatên ku lê pir zimanî heye ev ti car nabe metirsiyek,berûvajî vê dibe dewlemendiyek çandî. Lewre jî pergalê ku pir zimaniya civakê bi pejrîne û mafê mirovan yê perwerde bi zimanê zikmakî bi fermî binase û bi zagonî jû biparêze,wê bi pêşbikeve,berûvajî vê bike zimanê gelan qedexe bike,zagonên xwe li ser bingeha pişavtinê avabike,wê her tim bi paş bikeve û ti carî jî nikare yekîtiya civakê biparêze.
Lewre jî dibe her pergalek û hemwelatiyek rêzê bide ziman û çandên din û vî karî weke peywira mafê mirovan û erka demokrasiyê bibîne. Yanê çiqas rêzê bide zimanên din ewqas dide zimanê xwe jî.
Em weke gelê kurd û tevgerên wê yên siyasî û çandî jî, divê em zimanê kurdî ji zîndana malê rizgarbikin û li her alî jiyanê bikarbînin û bi taybetî bikin zimanê perwerde li welatê xwe. Yanê daxwaza perwerda bi zimanê kurdî bikin xebata bingehîn. Lewre zimanê ku ne be zimanê perwerdê tê wateya ku hebûn û paşeroja wî ziman di metirsiya de ye. Demê ku zimanê mirova di metirsiya de be,hebûna me yê netewî û kesayetiya mirov di metirsiya de ye. Ji ber paşeroja ziman paşeroja zarokan û zaroktiyê ye.

Luqman mihemed – Swêd
Têbinî;
Ev gotar min bi zimanê kurdî û erebî nivîsandi ye.


[left][left]
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
Nisreen mehho
عضو بلتيني نشيط
عضو بلتيني نشيط
avatar

الجنس : انثى الابراج : الاسد الأبراج الصينية : النمر
عدد المساهمات : 923
مستوا تقدم العضو : 10764
السٌّمعَة : 0
تاريخ الميلاد : 02/08/1986
تاريخ التسجيل : 30/09/2009
العمر : 31

مُساهمةموضوع: رد: Ziman şîfra nasnama kesayetiyê ye   الإثنين أكتوبر 17, 2011 10:58 am

deste te sax bin u gelek sipas ji bo te luqman Smile

_________________

توجد في العالم فكرتان : واحدة تنظر بجراة في ظلام الحياة الغامضة وتسعى لحلها       , والثانية تعترف ان هذه أسرار لا تفسر فتعبدها خوفا" منها       

الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Ziman şîfra nasnama kesayetiyê ye
استعرض الموضوع السابق استعرض الموضوع التالي الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
مــــــــــــلتقى نــــــــساء الـــــــــــــــــــــعالم  :: تـــــــــــعلم اللـــــــــــــغات :: اللغة الكردية-
انتقل الى: