[center]Rêwiyê tenêtiyê
-1-
Dîlbera delal;
wê şevê
pişkên pêjna te
bi ser qelişkên
dilê minî tiyê dengê eşqê de
barîn
bêhna evîna te forî
û şev şilopilî kir
-2-
Yara şêrîn;
wê şevê
te di gohê şevê de kire pist
stêrkên xewnên min har û dîn bûn
agirê hesreta te bi hinavê min ket
Şev bû bilûr
awaza bêriyan lorand
-3-
Dîlbera min;
wê şevê
tu dizanî!
tu xilmaş bû
ez bi dizî ketim berê te
derbasî bihuşta sînga te bûm
ji sêvên heram xwar
ji kewsera wê hezar maç dizîn
lê nizanim!
te xewkiribû
an te xwe li xewdina?
ew maç bi dilê te bûn
an dilê te bi min şewitî?
û te digot;
rêwiyek bi şevê bû
hat û ...
Luqman mihemed -Swêd