ZIMAN û CIVAK
çawa ku civak ji kesan pêk tê,her waha jî ziman ji bêjeyan çêdibe,dibe aceta têkildariyê di nava civakê de,lewre jî ziman stûnabingehîne di avakirina nasnameya netewî de,nexasim di serdema globalîzmê de.
Ziman;raman,bîr û baweriya û berê netewekî dide nîşandan.Rastiya jiyana gel ji her alî ve aborî,civakî,çandî û konevanî...hwd li ber çavan radixe.Lewre jî ziman eynika wî civakiye,şêweya jiyana civakê,bi çi şêwazî jî kêşeyên rojane çareser dike û xwe bi pêşdixe.
Lewre jî;ziman û bêje xudî risteke mezinin di jiyana kesan û civakê de,her waha di pêşketin û paşketina dewletan jî.Bikaranîna her bêjeyekê di ramana gel de watedare.Bêje bê tewanin heya ku dikevin destê mirovan,ew li gorî brjewendiyên xwe dixin çarçûveyekê,yan wê bêjeyek baş be an jî xirabe.
Her helwest û ramanekî mirov di jiyanê de bêjeyeka wê yî tahybet heye.Ev bêje hilberîna ramana însaniye.Yanê însanê yê ku wateyê dide bêjeyan û rengê ramanê lêdike.
Ji ber vê yekê ziman bandoriyê li ser her alî civakê dike.Ger tenê bi aliyekî ve were girêdan,ew bêje tu car bi pêşnakeve,dibe asteng li pêş pêşketina civakê û dînamîzma guhartin û pêşketinê wê ji hev dişelîne.Yanê bêje an wê bibe çavkaniya xweşiyê û ramanê mirov dewlemend bike,an jî wê bibe lehî her tiştî bide berxwe û hilweşîne.
Mirov dikare bibêje ku,gotin wekî bedenekî bê giyane,mirov bi wateya ku didêye,gotin bi giyan dibe,ji nuh ve vedijîne da ku bibe bersiv ji pêşketina civakê re.
Civak wateyê dide bêjeyê,wê ji nuh ve diafirîne,bi nasname dike,cih û demê ku lê were bikaranîn nîşandide.Peyvên weke "hezkirin,wekhevî,biratî,aştî...hwd"dibe ku bibana xudî wateyeka berûvajî wateyên a niha girtine.Bêje yan wê hestên baş û tenik,yan wê kîn û nifrîn bidin çandin di mejî mirov de.Lewre jî însane yê ku peyvê bi nasnamedike û taybetmendiyên wê dide xuyakirin.
Demê ku bêje dibin xudî nasname,wê demê dibin xudî risteke giran û mezin,yan wê civakê bi pêşve bibin û berê wê bidin jiyaneke şaristanî,yan jî bi paşve bixin û berê wê bidin xerabûnê û her tiştî kavil bikin.Ger di zimanekî de bêjeyên wateyên wan ne baş,hov û hişk zêdetir werin bikaranîn di jiyana rojane de,wê ew civak ber bi paşverûtiyê û ketinê ve biçe.Lê ger bêjeyên watedar,tênik,şêrîn,bexşîn û fêrbûn û têgihêştinê di nav civakê de werin bikaranîn,wê ew civak hûr û kûr li ser pirsgirêkên xwe biponije,nêrînên xwe fereh bike û ramanên xwe bi pêş bixe.
luqman mihemed-swed
[left]